Bê Sozê
Çavê min te nabînê
Bê soz û qerarê
Dil, xema di hilînê
Ji kerbê te yarê
Birîn ji rengê xwînê
Wek sorgulê buharê
Go ne tu bikewînê
Tu kes nikarê
............................
Bi şev û roj dinalînim
Tu ne li ber çava yî
Ji gelka were ez dînim
Çimkî tu ne xwiya yî
Her dem go te ne bînim
Derd li min dibine peyda yî
Hew pêşiya xwe dibînim
Tu li min nakî ronahî
...................................
Dil dibê kul û keder
Tu bi xwe li min na pirsî
Ji bo tewafa dîlber
Ya go ji Xweda na tirsî
Yar nexweşe,nayê ser
Go bixwînê Ayet Kursî
Rih û dil û can,fer bi fer
Bi gorî te bin her sî
........................................
Gotin û Awaz : Seîd Yûsiv