t

          Aso

 

Ez hatim mala we Aso

Carek bi mêvanî

Te ne go bi xêr hatî lawo

Te ne go tu çawanî

Te madê xwe ji min dikir

Û pişta xwe dabû min

Te silav li min ne kir

Bê bext, bi kêmanî

...............................

 

Min digo divê herim gund

Li wê sebra dila

Wê Aso bê Pêşiya min

Lê bi dest baqê gula

Lê xwiya ye ne ew Aso ye

Ya berê bi min re yar

Yeke dî ye, nû hatî ye

Ya min digo , hila

...................................

 

Kanî ew sozê te Aso

Tevde bi kû de çûn

Gul şîlanê li seyranê

Li hawîr tev beybûn

Jibîr kirin te bi carek

Te soz da ye kê

Bo çı keç têne guhertin

Çima wilo bûn

........................................

 

 

Gotin û Awaz : Seîd Yûsiv