t

   Behra evînê

 

 

Dil ketî behra evînê

Kes nikarê wî derînê

Bi şev ez stêra dijmêrim

De yarê werê civînê

...............................

 

Civan didê û dikî derew

Dil li balê dimînê gerew

Bi gumana min,ji xwe ma ye ew

Ew jî bihtir min dêşînê

.................................

 

Wê ez kirim weke dîna

Çav ji wê pê ve kes nabîne

Ez çi bêjim feyde nîne

Ji kerba dikim girî û şînê

....................................

 

Ew bi carek ji bîrê narê

Hêstir ji çava dıbarê

Dil wek çûkê serê darê

Tim li halê xwe dixwînê

..............................................

 

 

Gotin û Awaz : Seîd Yûsiv