t

      Bi dîtinkê

                  ( Lawik )

 

 

Bi dîtinkê,mi' dil da te

Wê dilê min ji xwe bi êşî

Min dehvik li ber te veda

Ez di hatim ketmê pêşî

................................

 

Ev dilê min ma li ba te

Wa çîçeka van civata

Evîna te bi şewat e

Wa rinda bi gulk û rêşî

................................

 

Wê sewdan ji serî derê

Li bextê te ,dilê`m werê

Ma go tu rajê xencerê

Dilê`m bigrê û bi qelêşî

................................

 

Bo te j' bîrkim û ez te nevim

Divim ji te dûr bikevim

Çıqa jı ber te direvim

Dil, mi l' pey te dikêşî

................................

 

 

Gotin û Awaz : Seîd Yûsiv