t

Serhildane  Qamişlo

 

 

Qamişlio bajarê evînê

Ketî ye nav pêlên xwînê

Ger carek serê xwe hildê

Dijmin agir lê dibarînê

......................................

 

Bû şehîda azadî yê

Kesek destê xwe nadî yê

Wey Qamişlo,xuşkê û dî yê

Dimrim dema tu dinalînê

........................................

 

Em nalînê te dibihîzin

Lawên te bi xwînê dinivîsin

Em  çavên te diramîsin

Tu hêstiran ne barînê

........................................

 

Tu bi xwe gula Kurdistanî

Bi gorî te bikin vî canî

Bi sed sozî û sed peymanî

Wê Kurd heyfa te hilînê

...........................................

 

Bo çi 12ê adarê

Agir bi ser te de dibarê

Yek şehîd ji bîra min narê

Me ceng divê û nakin şînê

...........................................

 

Bi dil û can em bi te re ne

Kurd tev canfida yê te ne

Te ji bîr nakin ta em hene

Ser hildayî bive jînê

...........................................

 

Gotin : Seîd Yûsiv

Awaz : Zoro Seîd Yûsiv