t

     Xêr bibarî

 

 

Tu ji bîra min narî

 Nazik  û  nazdarî

Ji dil tu der na yê

Cana min bi yek carî

.................................

 

Her tu li ber çava yî

Wek find û çira yî

Bo dil kêf û şahî

Rû sorgula buharî

................................

 

Destê min ji te na bê

Dunya tev li min rabê

Kuştim mal xerabê

Dil kir perçe û parî

................................

 

Tu malî û mewdanî

Bi sed soz û pemanî

Te dikim ber vî canî

Da xêr li min bibarî

.................................

 

Gotin : Seîd Yûsiv

Awaz : Zoro Seîd Yûsiv