t

 

Zindana evînê

 

 

Divim ji te re bim

Û kesek min ne yînê

Min bike odekê

Da tu kes min ne bînê

Derî li min da de

Û dest bi desta de

Gelek bi min xweşe

Ev  hebsa  evînê

.......................................

 

Hebsa te bihuşte

Mi' ji te pêve navê

Dil ji evînê mişte

Û te divê her gavê

Hezkirin her tişte

Wek ba û wek avê

Ji bo te dîn bû me

Tev dibêjin,  dînê

................................

 

Rojê neh deh cara

Navê te dibêjim

Sibê û  evara

Her ji bo te gêjim

Dimînim şiyar e

Hêstira dirêjim

Bela ez ya te bim

Min divê wê jînê

...............................

 

Gotin : Seîd Yûsiv

Awaz : Zoro Seîd Yûsiv